Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Paul Volcker wek rêvebirê Bizava Vejîyandina Aborîyê dest nîşan kir


Barack Obamayê bi serokê Amerîka hatîye hilbijartin, rêveberê berê yê Banqa Navendîya Amerîka Paul Volcker weku serokê desteyekê da nasandin ku dê li dor alozîya aborîya welatî şîretan bidin serokê bihêt yê Amerîka.

Birêz Obama roja çarşembîyê li Chicago got ku desteka raweşkarîya vejandina aborî dê rêveberîya wî berpirsyar rabigrît jiboy gehêştin bi armancêt aborî.

Ew dibêjît ew desteke li şarezayêt xwe xwedî şîyan li derveyê hikumetê bigrîte xwe.

Rêberê wê grupê Volcker sala 1970 heta 1987ê weku serokê Banqa Federalî kar kirîye û jibo demek dirêj e ku şîretvanê birêz Obama ye.

Birêz Obama ew rexne red kirîne ku dibêjin bijarêt wî yêt karbidestên çaxê Clintonî jibo tîma wî ya aborî, dijberî peyama wî ya guhorînê ye ku dinav bizavêt hilbijartinan da bû.


XS
SM
MD
LG