Wezareta Derve ya Amerîka balyozê xwe li Libya dest nîşan kir, bo cara yekê li 36 salan.
Heftya bûrî Sîneta Amerîkî dest nîşan kirina dîplomat Gene Cretz weke baloyzê Amerîkî li Libya pejirand.
Karbidest dibêjin Cretz li roja 17 meha 12 dest bikar dibe.
Li roja pejirandina Cretz ji layê Sînetê ve, wezîra derve Condoleezza Rice digel kurê rêberê Lîbî Moamar Qedafî kom bu.
Meha bûrî Libyayê yek milyar û 500 milyon dollar dane sindûqa diravî ya qorbaniyên hêrişen tîrorstî, ku ji layê Libya ve hatine piştevanî kirin, ji wan êxistina firokeka Amerîkî li sala 1988 û peqandina yeneka Berlînê li sala 1986.