Breaking News

Îran ragihand ku ew muşekên nû diceribîne


Li demê nexweşîya linavbera wê û welatên rojava li ser babeta navokî berdewam e Îran ragihand ku ew muşekên nû diceribîne.

Televizyona Îranî li ser zarê karbidestên Hêza Asmanî ragihand ku ceribandineke muşekeke ji hewayê berev hewayê bi serkeftin bi domahî hatîye.

Radyoya Dewletê jî li ser zarê komandarekê Hêza Asmanî ragihand ku çêkirina firokeyek ku dikare li ser radaran xuya neke temam bûye. General Hesen Sehsafî got şarezayên leşkerî mînakeke biçûk ya wê firokê çêkirine û piştî wê dê ew dest bi çêkirina firokeyê jî bikin.

Komandarê Hêza Deryayî jî ragihand ku dê vê mehê li dora ava Hurmuz ceribandineke leşkerî bête kirin.


XS
SM
MD
LG