Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîya Amerîka keftîye nav rewşa hêdîbûnê



Tê ragihandin ku aborîya Amerîka ji dawîya sala 2007 heta niha keftîye nav rewşa hêdîbûnê.

Dezgeha Netewî ya Vekolînên Aborîyê rewşa hêdîbûnê bi vî awayî dinirxîne; hêdîbûna bizavên aborîyê bo zêdeyî çendîn mehan.

Di raportek din de tê ragihandin ku li meha 11, bizavên li sazkarîya berhem anînê ji sala 1982 heta niha daketîye nizimtirîn pilleyê.

Paş van herdu raportan bazarên sehmûsenedên Amerîkî nêzî 9% nizim bûn.

Serokê Banka Navendî Ben Bernake got jibo vejîyandina aborîyê derfet nîne ku ew karibin rêjeya faîzê daxînin.

Belê Bernanke got Banka Navendî bi hin rêyên din dikare aborîyê vejîne. Wî got yek ji wan rêyan zêdekirina qerzên Banka Navendî ye e bo rêxistinên diravî.


XS
SM
MD
LG