Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrişeka xwekujî polîsek li Kerkukê hat kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin bi hêrişeka xwekujî li bajêrê Kerkukê, bakorê Iraqê, polîsek hat kuştin û bi kêmî ve neh kesên dî birîndar bun.

Hevdem, leşkerê Amerîkî ragehand ku li operasyonên hêzên hevalbendî dijî çekdarên El-Qayde li bakor û naverasta Iraqê 18 gumanlêkirî hatin desteser kirin.

Leşkerê Amerîkî ragehand ku bawer dihête kirin yek ji girtiyan rêberekê tora El-Qayde li Bexda bit.

Roja eynî, komandarê bilind yê leşkerê Amerîkî li Iraqê got serbazên Amerîkî gorankariyê di karên xwe li Iraqê diken, piştî mor kirina rêkeftina parastina nêvbera Iraq û Amerîka.

XS
SM
MD
LG