Pênc tawanbarêt ku nexşe bo hêrışêt tırorîst lı 11-9-2001 kêşayn jı dadyarekê leşkırê Amrîkî xastıye ku wan bı gunhbar bıdene nasîn. Belê daxaza wan hate paşêxıstın. Roja Duşembî dadyar Stephen Henly têbînîyeka tawanbaran xand ku yêk jı wan nexşekîşê serekîyê hêrışêt 11-09 ye Xalıd Şêx Muhamad pênasîn bı tawana xwe kırye.
Her pênc tawanbara got wan biryar dabo, heke Barack Obama hate helbijartin ko bibîte serokê bêt yê Amerîka , ew dê hemî daxazêt xwe yêt berê vekêşin u dê pênasînê bi goneha xwe ken.