Danustandinên navnetewî li ser programa navokîya Koreya Bakur jibo roja çarê li Bejingê destpêbûne piştî Amerîka gazinde li Pyongyangê kir liber çêkirina bimbestekê di rêkê da.
Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka roja çarşembîyê got Koreya Bakur pêdivî ye pêngava dawîyê raket û li ser programa piştrast kirinê razî bit.
Amerîka pêda digrît ku divîya rêk bi vekoleran bête dan mînakêt kereseyan û bingehên navokî rakin jibo ku lê biselimînin Koreya Bakur bizavêt xwe yên çêkirina çekên navokî betal kirine.
Pyongyang red diket ku berî hingê razî bitin rêkê bidete nimune rakirinê û wê çendê weku jêrpêkirina serwerîya welatê xwe nav dibet.