Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanundanerên Amerîkî negihîştin rêkeftinekê li ser plana rizgar kirina diravî bo kompanyayên sazkirina tirimbêlan


Piranîya Demokrat û kêmasîya Komarîyan li Senata Amerîkî sernekeftin sebaret bi gihêştina rêkeftinekê li ser plana rizgar kirina diravî bo kompanyayên sazkirina tirimbêlan.

Rêberên piranîya Senatê Harry Reid li derengîya şeva pêncşemê ragihand ku qanundaner nikarîbûn bigehine dawîya rêkeftinekê li ser hêleka domahîyê û dibêje ku gelek cewazî hebûn linavbera Demokrat û Komarîyan.

Reid gote sernekeftin xesareteka gelek pir bû bo welatî. Wî got wan şeş dengên pêdivî nebûn li sed kursîyên Senatê, da qanunê ber bi pêş ve bibit.

Qanundanerên Komari dibêjin danustandin sernekeftin jiber yekîya nuneran kardarîya dikit karmendên United Auto red kirin razî bibin li ser rojeka kêm kirina maaşî.

Nunerê Tennessee yê Komarî dibêjit Senat bi sê axaftina durî derbaz kirina rêkeftinê bû.

Ew plan dê 14 milyar dolaran bida wan sê kompanyayên otomobîlan; General Motors, Chrysler û Ford.


XS
SM
MD
LG