Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush seredana Iraqê kir


Serokê Amerîkî George Bush gehişte Bexda li seredana dawî ya wî bo Iraqê berî gera serokatiya wî li meha yek bi dawî bêt.

Serokê Amerîkî roja yekşembî gehişte Bexda û digel serokê Iraqî Celal Talebanî, serok wezîr Nûrî El Malikî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û karbidestên dî kom bu.

Karbidestekê Seraya Sipî got serok Bush seredana Iraqê kir da ku digel rêberên Iraqî kom bit û supasiya serbazên Amerîkî biket.

Seredana roja yekşembî çaremîn seredana serok Bushe bo Iraq ewêt dest pêkirina şerî li sala 2003.

XS
SM
MD
LG