Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon digel dîplomatên çarînêyên aştîya li Rojhilata Navîn kom bû. Armanca kombûnê paş kombûna îro ya Civata Tenahîyê, vejîyandina pêvajoya aştîyê ye linavbera Îsraîl û Filistînîyan.
Linav desteya ku digel rêzdar Ban kom bûn, wezîrên derveyên herdu welatên Rusya û Amerîka hebûn û herwisa serokê rêbaza derveya Ewropa Javier Solana jî. Dîplomatê çarê yê kombûnê serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blair jî bi rêka konferanseka vîdyoyî ji Urşelîm-Qudsê beşdar bû.
Rice paş kombûnê di daxuyanîyeke rojnamevanî de piştrast kir ku ew rêkeftina Îsraîl û Filistînîyan ya dihat çaverê kirin ku li dawîya evsale bê kirin hêjta ne nêz e ku bête kirin. Belê Wezîra Derveya Amerîka anî zimên ku herdu alî ji kombûna li Annapolis ya sala buhurî were heta niha gavên girîng avêtine.