Breaking News

Bi kêmî ve 35 karbidestên Iraqî hatin desteser kirin

Karbidestên Iraqî dibêjin bi kêmî ve 35 karmendên wezareta navxwe, ku hindek ji wan ceneralin, ji layê hêzên parastina Iraqî ve hatin desteser kirin.

Jêderên hikûmetê dibêjin jimareka karbidestan bi tawana gendeliyê hatin desteser kirin û yên dî endamên partiya Be`es ya berbend kirî ne.

Rojnama New York Times radigehîne ku endamên partiya Al-Awda, Be`es ya berê, pilan danabî da ku hikûmetê ser desthelatê laden.

Di hevpeyvînekê de digel hevkar Ehmed Barzanî, Samî Şoriş nivîser û şarezayê siyasî li Londonê egerên girtina karbidestên Iraqî şirove dike.

Bo guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG