Li dema bêhnvedana zivistanê li Amerîka gelek firoşgeh bêkar man, hatin girtin an jî xwedîtîya wan destveguhast jiber ku firotin gelek kêm bûn.
Roja duşembîye pişka nûçeyên aborîyê ya Bloomberg ragihand ku şirketên Ann Taylor û Talbots gelek firoşgehên xwe yên ku kar nekirine dê bigrin. Di raporta nûçan de gotina serokê şirketa şêwirmendîya Davidowitz & Associates hatîye belav kirin ku gotîye dê li sala 2009, nêzî 12 hezar firoşgeh bêne girtin.
Spending Pulse rêxistineke ku ji ser şêwirmendên karta Master vêkolîna xercîyên xelkê dike dibêje îsal li hember par, li meha 11 û 12 xelkê li ser kelûpelên elektrîk, cilen jinan û gewheran 20% kêmtir pare xerc kirîne. Dibêje tev tevî hev firotinen firoşgehan li dema bêhnvedanê 8% kemtir bûye.
Belê firoşgeha li ser înternetê kar dike ya bi navê Amazon.com di dîroka xwe de firotina herî bilind kirîye di vê dema bêhnvedanê de.