Li pey civîna xwe ya Çarşembiyê piştî nîvro, wezîrên nav kabîneya Îsrael li dijberî pêşniyazek Feranse bo agir besek 48 demjimêran, ku rêkê bide alîkariyên mirovî bigehine Xeze, biryar dan.
Cêgirê peyvdarê wezareta derve Yarîv Ovadia gote Dengê Amerîka, wezîran lêkolîn li ser çendîn pêşniyazên ne fermî kirin, û biryar dan ku çi yêk ji wan, axiftina tevî aliyê din nagire xwe.
Ovadia dibêje “Me çi tiştek ji Hemasê nebihîstiye. Berwajî, tiştê me ji Hamasê bihîstî ewe ku dê berdewam bin li ser avêtina moşekan bo nav bajarên Îsrael û bizavê diken xelkê sêvîl yê Îsraelî bikojin. Hamas ev karê bê rehmane dest pêkiriye û naxazit rabigirit.”
Îsrael daye zanîn ew dê rêkê bide 2 hezar tonên zêdetir yên kereseyên xarinê,û dermanan ku biçine nav Xeze. Wê herwesa rêk daye çendîn nesax û birîndarên Xeze bi merema çareseriya dermanî biçine nav Îsrael.
Lê ji bo niha, wêrray givaşa navneteweyi ya berev zêde bûnê bo ragehandina agir besekî, karbidestên Îsrael dibêjin ew dê êrîşên xwe berdewam bikin, û ew pê dadigirin ku her agir besek diviya pişt rast biket, milîtan êrîşên bi mûşekan li dijberî Îsrael rabigirin.
Roja Çarşembiyê balefirên Îsrael bombe baran kirinên zêdetir li ser Kerta Xeza birêve birin, têde ofîsên hikometa Hemasê û tûnelên jêr erdê li ser tixobê Xeze- Misrê hingavtin û Îsrael berdewame li ser kom kirina hêzên xwe yên peyade li derdorê Xeze, wek xwe amade kirinê jibo egera pêkanîna êrîşekê li ser erdê.
Lê, li gel xesaretên zaf û bilind bûna hijmara kuştiyan, Hemas jî hêleka tond amade dike.
Li hinek pişkên Îsrael dengê ajîran wê boye nîgeraniyek rojane. Dengên hoşdariyên hatina moşekên Hemas ê, heta di nav kûratiya erdê Îsrael de tê gohdarî kirin, weko Beersheba li Negev, ku 40 kilometran dikeve başorê-rojhelata Îsrael.
Peyvdarê Hemasê Fawzi Barhoum bi rohnî dazanîn ku ew grop li pey ragirtina şerî nagerit. Behroun got tiştê pêdiviya demûdest ewe welatên Erebî û Îslamî hev bigirin û rêkê li vê êrîş û şerxaziyê bigirin, dorpêçkirina Xeze rakin û rêkên hat û çûnê veken û Xeze ji nû avedan biken.
Milîtanan êrîşên xwe yên moşekan berdewam kirine, têde herêmên kûrtir dinav Îsrael de kirîne armanc. Moşek ne tinê bi bajarên nêzîk Xeza weko Sderot û Ashkelon ê kevtine, belko Ashdod li bakorê Xeza û Beersheba li başûrê rojhelat jî kirine armanc.
Li demekî de tond û tîjî berdewamin, bizavên dîplomatik jî dom dikin bo ragirtina wan. Wezîrên derve yên Komkara Ereb li Qahire kom bûn ku behsê li ser aloziya Xeza biken. Serok wezîrê Turkiye ê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşembiyê li ser seferê bû berew Soriyê û Urdenê herwesa li bere biçit Misrê û Erebistana Saudî jî.