Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî dest bi kombûnên xwe dike bo bahs kirina kêşa navbera Îsraîl û Hamasê 


Civata Tenahîyê ev kombûne dike li demê welatên endam li benda bersiva Îsraîlê ne jibo pêşnîyareka agirbesta Misrî.

Serokê Misrê Husnî Mubarek dawa agirbesteka tixubdara demûdest dike da rêkê bidine alîkarîya mirovatîyê bigehîne Xezzê.

Ew agirbest dê rêkê bidete Misrê navbijîya agirbersteka demdirêj bike.

Birêz Mubarek roja sêşembî destpêşxerîya xwo ragihand li demê kombûna wî digel serokê Fransî Nikolas Sarkozy û wî got wî daxwaza kombûneke tengavîyê digel Îsraîl û Felestînîyan kirîye bo bahs kirina parastina Xezze.

Nunera Îsraîlê bo Neteweyên Yekgirtî Gabriela Shalev got Îsraîl zor bi micidî berê xwe didete pêşnîyara Misrê.


XS
SM
MD
LG