Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon roja sêşembîyê seredana Kerta Xezze kir, dinav roja sêye ya agirbesekê dinav Îsraîl û grupa Hamasa Filistinê da.
Birêz Ban ku yekem rêberê navnetewî ye ku piştî wê êrîşa 22 rojî ya Îsraîl seredana Xezze diket, rewşa wê derê bi dilazar binav kir û daxwaza lêkolînek temam jî kir li ser bombe kirina bê serûbera avahîya Neteweyên Yekgirtî li Kerta Xezze ku ji alîyê hêzên Îsraîl ve birêve çûye.
Wî herwisa hevsozîya xwe li gel xelkê Felestînî nîşan da lê avêtina muşekan ji alî Filistînîyan ve jî bo nav başurê Îsraîl weku karek nayête qebul kirin mehkum kir.
Wî got her alîyek ku qanuna navnetewî jêr pê biket, dê bête berpirsyar kirin.
Birêz Ban Ki Moon herwisa daxwaza yekgirtina Filistînîyan kir weku çarçoveyek bo çêkirina welatek Filistînî li rex Îsraîl.