Piştî seredana wî bo Turkîye Hoşyar Zebarî, Wezîrê Derveyê Iraqê geşbînîya xwe dîyar kir li ser têkelîyên baştir yên welatê wî digel Turkîya.
Hevkar Dexîlê Şemo di hevpeyvînekê de ji Dr. Nacî Kutlay pirsa wê seredanê û têklatîya herdu welatan kir.
Rêzdar Kutlay dibêje gel bi vê seredanê dilxweş bûye lê belê jiber hin babetên din yên rojevê weku dadgeh kirina Ergenekon, kêşeya Filistînê û destpêkirina karê serokatîya Obama, hatina birêz Zebarê zêde balê nekişandîye.
Dr. Kutlay hewisa behsa babetên serekeyên wek kêşeya Kerkuk, hilbijartin û nêrîna raya giştî li Turkîye bo vê têklatîye kir.
Gelî guhdarên Pişka Kurdîya Dengê Amerîka heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li rûpela me ya Audioyên Kurdî guh bidine nûçeyên rojane.