Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs - Rêbaza nu ya Serok Barack Obama


Di gotarekê de beramberî xirveboneka bê hevber li rê û resmêt swîndxarnê li Washington û beramberî cîhanê hemiyê, serok Barack Obama çû Serya Spî û sozê da ku Welatêt Yêkgirtî yêt Amerîka dîtineka nu bo rêberî kirina cihanê hebit.

Serok Obama got, Amerîka dost û hevleke bo her welatekê ko daxaza aştîyê û serbilindîyê biket û dê destê xwe heta bo dujminêt xwe jî dirêj ket heke ew di amede bin mistêt xwe veken. Di peyveka rijt da bo hevber kirina gelek girê û astengan ku li pêş hene li welatî, Amerîka û hem li derve, serokî got, welat rû bi rûye digel bijarêt bi zehmet, lê amedeye bo wî karî.

Her ji nuke, li rojêt pêşîyê ji dest pêkirina karê xwe, ew yê digel şîretvanêt xwe yêt mezin kom dibit bo dan û standinê liser peyda kirina çareyekê bo kêşeya aborîya welatî û gohorîna kiryarêt leşkerî li Iraqê û Afganistanê.

Serok Obama herwisa got, dê digel dost û neyarêt berê kar ket bo kêm kirina gefa navokî û kêm kirina gefa germbûna cihanê. Wî got em dê liser wan mîrata berdewam bîn û li dîv wan nirx û behaya çîn û em carekadî dê şêyn çareyekê li van gefêt xwî keyn ko pêtvî bi bizav û zehmeteka pitir heye û pêtvî bi hevkarî û têgehiştineka pitir heye navbera welatan.

Serok Obama bi taybet behsê cîhana Musilman kir, herêma ko li salêt vê domahyê, şik û goman liser Amerîka û rêbazêt wê heboyne. Serok Obama got “em bizavê dikeyn bo rêkeka nu ya berev pêş liser binaxê berjewendîyêt du alî û rêzgirtina du alî.”

Wî huşdarî da wan rêbera ku li seranserî cîhanê bizavê diken tovê kêşe û girftariya bi reşînin yan jî girftarîyêt civakêt xwe dikene binasêt rojava ku xelkê wan liser binaxê tiştêt ew ava diken ne yêt wêran diken dê helsengînin.

Rêzdar Obama di gotara xwe da her weko serokêt berê rijtî li hevwelatîyêt xwe yêt Amerîkî kir da bihevra beramberî şer û kêşeyêt dî ku rû bu rûne digel rawestin. Cîhan hatiye gohorîn ewey serdemê Franklin Roosevelt, John Kennedy û Ronald Reagan û girftariyêt Amerîka gelek caran li cihanê jî heboyne. Wextê serdemekê nuye bo hevkariya navneteweyî ku hevalbendiya berê bi hêztir lê biket û hevalbendîyeka nu ava biket bo bersîng girtina girê û astengêt sed saliya 21-ê ku ew jî, çekêt navokîne, gorhorîna jîngehê, hejarî, kêşeyêt herêmî û tîreyî yêt ne hatîne çareser kirin û mesela qir kirina giştî û cinosayd û belav bûna nexweşiyan.

Rêzdar Obama got, ev girftarîye di rijtin û gelekin ku bi sanehî na hêne çareser kirin, lê dê her hêne çareser kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG