Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad ji rêveberîya Obama dixwaze ku ew daxwaza lêborînê biket

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad daxwazê li rêveberîya Obama kirîye ku daxwaza leborînê biket liber tiştê wî gotîyê "60 salêt gunehbarêt Amerîka li dijberî xelkê Îranê."

Birêz Ahmedînejad roja çarşembîyê gote hejmarek xelkê li rojava Îranê ku Amerîka divîya herwisa domahîyê bi hebûna xwe ya leşkerî li seranserî cîhanê bînit û dest ji têwerdana xwe dinav karûbarên welatan de rabigrit û piştgirîya Îsraîlê neket.

Birêz Ahmedînejad berdewam daxwaz li navçûna Îsraîlê kirîye.

Hejî gotinê ye peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Robert Woods roja çarşembîyê dubare kir ku Amerîka lêkolînê liser sîyaseta xwe li hember Îranê diket.

XS
SM
MD
LG