Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Report: Tîma Obama nameyekê bo Iranê dadrêjît


Rojnameka Brîtanî radgehînit ko karbidest li rêveberya serokê Amerîka Barack Obama nameyekê bo Iranê dadrêjin bo germkirina têkelîyan navbera Amerîka u Iranê.

Rojnama “The Guardian” evro (Pêncşembî) got wezareta derve ya Amerîka liser bernivîsa nameyekê kar diket ewey serok Obama li heyva yazde hatiye helbijartin. Rojname dibijît ew name dê bersivek bit bo nameya serokê Iranê Mahmoud Ahmadinejad bo pîrozbayê li rêzdar Obama.

Karbidestêt Amerîkî çi têbînî liser bernivîsêt nameyeka wisa nedaye, lê serok Obama got bo yê pêdaçunê liser nameya hevberê xwe yê Iranî diket u dê bersiveka di cihê xwe da habit.

Di çavpêkeftinekê da digel tora telefezyona Al Arabîye vê heftîyê, rêzdar Obama got ihtîmala têkelîyêt germtir digel Iranê heye.

XS
SM
MD
LG