Hikometa Iraqê dibêjit kompanya parastinê Blackwater çi dî destura wê na hête dan li Iraqê kar biket, ko li wêrê bi karê parastina diplomatêt Amerîkî ratbit.
Bexda nobedarêt Blackwater tawanbar kirîne ko di teqekirnekê da li Bexda li sala 2007, ne qanonî 17 Iraqî koşt bon.
Peyvdarê wizareta navxwe ya Iraqê Abdul Karîm Khalaf evro got, muleta karkirnê ya kompanya Blackwater bidomahî hatiye u Bexda nwê na keteve.Iraqê noke desthelat liser pirsêt wisa heye li dîv rêkeftina parastinêdigel Amerîka ko vê heyvê hate cê bi cê kirin.
Karbidestekê Amerîkî li Bexda got balyozxane ji wê biryarê hatiye agadar kirin, lê çi roj nehatîne diyar kirin bo derkeftina Blackwater.
Nênerêt Blackwater dibêjin hêşta ne hatîne agadar kirin.
Pênc nobedarêt Amerîkî yêt Blackwater ko dest hebo di teqekirina sala 2007 noke li Washington bi tawana koştina 14 Iraqîyêt bê çek têne dad kirin.
Nobedarêt Blackwater dibêjin teqe liwan hatibo kirin demê parastina karwanekê wizareta derve ya Amerîkî dikir. Bervenkar dibêjin ew nobedar di bêgonehin.