Serokê Amerîkî Barack Obama dibjêt wî hîvî heye nexşek bo vejandina aborî ko civata nêneran derbaz kirbo bête derbaz kirin berî mur bike u bikete qanon.
Weko serkeftineka giring bo serokî, civata nêneran nexşeka 819 milyar dolarî derbaz kir bo çareser kirina aborî. Bê ko yêk endamê Komarî dengê xwe bidetê, rêzdar Obama hîvî hebo ko endamêt her do partiyan piştevanya wê nexşê biken. Komariyan got eve gelek pareya bo xerciyeka ne pêtvî u bac jî kême.
Civata Sinetoran jî ya nexşeka dî dadrêjît ko 70 milyar dolarêt dî bacê kêm biken u li heftîya bêt dê liser wê nexşê axvin. Ya pêtvîye ko her do nexşe bibne yêk berî ko serok Obama mur biket u bibte qanon.