Breaking News

Îranê yekem setelayta xwemalî weşande valahiya asmanê

Mediyaya ser bi dewleta Îranî radigehîne ku Tehranê yekem setelayta xwemalî weşande valahiya asmanê.

Ajansên ragehandina Îranê roja sêşembî ragehand ku setelayta bi navê Omîd, şeva duşembî bi rêka muşeka xwemaliya bi navê Sefîr-2 hat weşandin.

Weşandina wê setelaytê hevdeme digel ahengên bi helkefta saliyada 30-ê ya şoreşa Îslamî ya Îranê.

Rêberên cîhanê aloz û perîşanin biramberî bernama valahiya asmaniya Îranê û ditirsin Îran wê teknelojiyayê bikar bîne jibo pêşve birina muşekên balistîkî yên mewda dirêj ku şiyana helgirtina serkên navokî hebe.

Îran radigehîne ku ew setelayt jibo meremên aştiyane tête bikar anîn weke çavdêrî kirina jîngehê.

XS
SM
MD
LG