Serokê Amerîka Barack Obama dibêjît ewî hele kir demê destnîşan kirina Tom Daschle weku Wezîrê Saxlemîyê, ewê duhî sêşembîyê xwe ji postê vekêşayî.
Daschle xwe ji berbijarbûna Wezaretê vekêşa piştî vekolîn li ser qistên gîroyîyêt 120 hezar dolarên butceyê hatî kirin.
Daschle got ewî nexwest birêz Obama ji karî mijul biket.
Birêz Obama bi nexweşîve got min ew vekêşana birêz Daschle pesend kir. Li dûvre li hevpeyvînekê ligel kanalê televizyona CNN û ABC birêz Obama got ewî nexwest peyamekê bihinêrit ku pîvaneka cudayî yê heyî beramber xelkên desthilatdar û xelkên asayî.