Seraya Sipî dibêjît Welatên Yekgirtîyên Amerîka dê hemu şiyanên xwo bikar înit da reftarê digel Îranê biket piştî ragihandina Tehran ku yekem satelayt hinarte valahîya asmanî.
Peyivdarê Seraya Sipî David Gipsy gote peyamhinera kiryarên Îranê nîşan nadet ku Îran berpirsyare ji bihêz kirina tenahî û aramîya herêmê û got nîgeranîyeka zor beramber Îranê heye.
Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad li demekî zû duhî sêşembê ragihand ku satelayt li derenge roja duşembê kefte xolgeha xwo da û ew pêngaveke berev aştî û adaletê nasand.
Neteweyên Yekgirtî bend li ser her bizaveke Îranê peywendîdar bi muşeka hebit danaye ku metirsî li rojava dirust kirîye ku bo çekên navokî bête bikarînan.