Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê NY bi seredan yê li Başura Asya


Bawerpêkerê giştî yê Netewêt Yêkgirtî Ban Kî moon roja çarşembî li Islamabad ye bo kombûnê digel rêberêt Pakistanê.

Çaverê tête kirin ku serokê Netewêt Yêkgirtî bi resmî daxaza vekolîneka NY biket liser kuştina serok wezîra berê yê Pakistanê Benazîr Bhutto.

Li dîv vekolîneka Pakistanê par, renge milîtanêt Taliban berpisyar bin bo kuştina Bhutto li meha 12 sala 2007.

Lê partiya wê ya sîyasî dibêjit ku hevrêkêt wê renge dest dê wê nexşêda heboye.

Rêzdar Ban roja çarşembî bi seredan çu bo Afganistanê, ku li wêrê dê digel serok Hamid Karzay kom bu.

Li konfiranseka hevpişk, rêzdar Ban got ew jî pişkdariya xema rêzdar Karzay diket jiber zêdebûna jimara hingaftiyêt medenî li demê ku hêzêt Afganî û derve şerê serheldayêt Taliban diken.

XS
SM
MD
LG