Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanundarejên Amerîkî sebaret plana başkirina aborîyê rêkeftin


Danustankarên Civata Nunerên Amerîka û Senatê gehêştine rêkeftinekê li ser plana dinedana aborîya 789 milyar dolarî ku rêkê xweş diket dengdana dawîyê ya Kongresê li ser bête kirin.

Dinav konferansek rojnamevanî ya çarşembîyê de piştî nîvro rêberê piranîya Senatê yê Demokrat Harry Reid got ew qanune ku rêkeftin li ser hatîye kirin demê bikevîtîya kar divîya sê û nîv milyon derfetên kar kirinê çêket.

Senatorên Komarîyên wek Susan Collins û Arlen Specter dinav van kesan de bûn ku piştgirîya wê qanunê kirin. Collins got ew qanune di warê diravî de berpirsyar e li demekê de ku Specter got rijd bûna rewşa heyî pêdivî bi kiryara xurt û vebir heye.

Lê belê rêberê Komarîyan dinav Civata Nuneran da John Boehner got ew biryare divîya kêm kirina bacê ya zêdetir û herwisa xerc kirina hikumetê ya kêmtir bigrîte xwe.


XS
SM
MD
LG