Breaking News

Wezîrê Derveyê Îranê li ser tenahîya Kurdistana Iraqê danûstandinan kir

Wezîrê Derveyê Îranê Menuçer Muttekî jibo ku li ser xemên tenahîya herêma nîv serbixwe bi axive seredana Kurdistana Iraqê kir.

Karbidest dibêjin Muttekî û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li ser hin babetan peyîvîne weku topbaran kirina sinorê Îraqê ji alî Îranê ve û her wisa gruba qedexe ya Kurd ku tê gunehbar kirin bi hêrîş kirina ser armancên Îranê ji ser axa bakura Iraqê ve.

Gruba bi navê Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) baskek ji serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê ye, ya ku li rojhilata başurê Turkîye jibo serxwebûna Kurdan şer dike.

Karbidestên Herêma Kurdistanê ne tenê piştevanîya van gruban, heta berbayî neketina wan jî înkar dike.

Li dema seredana xwe, Muttekî hem li Erbîl hem jî li Silêmanîye konsulxane vekirin. Ew bilindtirîn karbidestê Îranê ye ku seredana Herêmê dike.

XS
SM
MD
LG