Civata Senatoran ya Amerîkî şeva înê li dû Civata Nuneran bi dengên 60 li hember 38 piştevanîya xwe da mezine plana vejîyandina aborîyê ya 787 milyar dolaran ku bû serkeftineke girîng jibo serok Barack Obama yê ku tête çaverê kirin di demek nêz de ev biryarname mor bike û ew bike qanun.
Belê herçende rêzdar Obama gelekî hewl da ku piştevanîyê ji wan wergire, Komarî piştevanîyeke kêm dan biryarnameyê.
Serok Barack Obama ji Kongresê xwest ku ew plana vejîyandina aborîyê pesend bikin berî 16ê meha du Sibatê-Roja Serokatîyê ku li Amerîka bêhnvedaneke federalî ye û qanundaneran jî ev biryar derbaz kir.
Di planê de ku zêdeyî hezar rûpel e, rêyên bo kêm kirina xercî û bacan hatîyê danan bo peyda kirina derfetên karî û bipêşvexistina aborîyê. Ev plane qanuneke wisa ye ku Civata Nuneran û Civata Senatoran ji hev re kêm kirin û peyra rêkeftin.