Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka biryara dadgeh kirina Bahaîyan li Îranê mehkum kir


Karbidestên Amerîka ew biryara Îranê ya hatîye ragihandin mehkum kirîye ku dibêjît heft endamêt olîyêt Bahaî dibine dadgehî kirin liber sîxurîyê û dibêjin ew tomete bê binaxe ne.

Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Robert Wood roja eynîyê ragihandinek belav kir, dibêjît ew tometbar kirine dijberî wan kesêt hatîne girtin pişkekin ji wê azara li dijberî Bahaîyên Îranê ve birêve diçit.

Vê heftîyê zû ajansa nîvefermî ya dengûbahsên ÎSNA ragihand ew heft kese ku endamêt grupek olî ne dê heftîya bihêt liber sîxurî kirinê bo Îsraîl bêne dadgehî kirin.

Ew Bahaî herwisa hatine tometbar kirin bi sivikatî kirin bi buhayêt dînî û herwisa propoganda li dijberî Komara Îslamî.


XS
SM
MD
LG