Serok wezîrê herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî got pêdiviye Amerîka alîkariyê bike ji bo çareser kirina kêşên Kurdan berî hêzên xwe li Îraqê vekêşit.
Birêz Barzanî daxaza piştevaniya Amerîka kir ji bo pirsên weke benda 140 ya destûrê Îraqê û kanona neft û gazê.
Kanona pertrolê ya niştîmanî li perlemanê gîro biye ji ber giriftên girêdayî bi dabeş kirina dahata neftê bi ser Kurd, Şîe û Erebên Sunnî. Herweha kontrola bajêrê Kerkuka dewlemend bi neftê pirseka giringe.
Civaka mezin ya Kurdên Kerkukê divêt ew bajêr bibe beşek li herêma atonomî ya Kurdistana. Belê Ereb û hindek ji Turkmena divêt Kerkuk her li jêr kontrola hikumeta navendî bimîne.