Wezîra Derveyê Amerîka Hillary Clinton û hevberê wê yê Koreya Başur huşdarî dan Koreya Bakur sebaret dijî kiryarên şerrfirotinê û daxwaz ji Pyongyang kirin bo vegera ser danûstandina.
Dîplomata bilinda Amerîka got Pyongyang pêywendîyên nûh digel Amerîka de dirust nake demê ew henekpêkirinê digel Koreya Başur de dike û bizavên wê bo destpêkirina danustandina red dikit.
Xanim Clinton û Wezîrê Derveyê Koreya Başur Yu Myung-Hwan li konferanseke rojnamevanî li Seoul kirin piştî kombûna serê sibeha roja înê axiftin.
Herwiha xanim Clinton ragihand ku ew pêşvenêrê xweyê nûh Stephen Bosworth bo Koreya Bakur destnîşan kirîye di demê serokê nûhî danustankara bo danustandinên navokîyên şeş alî.
Rêzdar Stephen balyozê berê yê Amerîka bo Koreya Başur bû û vê dawîyê seredaneke pênc rojî bo Koreya Bakur kirî ku li wê derê dibêjit karbidesta gote wî ew li ber e digel rêveberîya nû ya Obama de bi axivit.