Wezîrên Derveyên Afganistan û Pakistanê roja yekşembîyê berev Washingtonê keftine rê bi merema pişikdarî kirin di pêdaçûna rêveberîya nû ya Amerîka bi ser rêbaza wê herêmê da.
Wezîrê Derveyê Pakistanê Şah Mahmud Qureyşî li ber e digel Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton, nunerê taybetîyê Amerîka bo Afganistan û Pakistanê Richard Holbrook û karbidestên din yên pillebilind kom bit.
Wezîrê Derveyê Afganistanê birêz Rengîn jî dê digel hevtayên xwe yên Amerîkî û Pakistanî dinav kombûnek sê alîyane da behsê şerrê li dijberî terorê biket.
Hikumeta Amerîka nîgeranîyên xwe li dor rêkeftineke vê dawîyê ya milîtanêt Taliban nîşan daye ku dixwazît qanuna Îslamî anku Şerîetê li herêma Sawat û bakura rojavaya Pakistanê birêve bibet.