Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Qadir li ser plana hilbijartinên parlamana Herêma Kurdistana Iraqê axift


Komîsyona serbixwe li Kurdistana Iraqê plana xwe ya bo rêvebirina hilbijartinên meha pênc yên xwecihî li Herêma Kurdistan temam kirîye. Di derbarê vê de hevkarê me Belên Salih gotûbêjekê ligel Alî Qadir, serokê Komîsyonê kirîye.

Rêzdar Qadir behsa naveroka planê kir û got di planê de tomar kirina dengderan, tomar kirina hemu alîyên siyasî, çavdêrî kirina hilbijartinan bi rêyên navnetewî û netewî, amade kirina kelûpelên bo hilbijartinê û danana butçeya bo hilbijartinê û herwisa parastina bingehên tomar kirin û dengdanê hatine amade kirin.

Serokê Komîsyonê behsa alîkarîya hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê parastinê de û rola Komîsyona Bilinda Hilbijartinê ya Iraqê û herwiha ya Neteweyên Yekgirtî di vê pêvajoyê de kir.

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re îro li ser rûpela me ya Audiyoyên Kurdî guh bidine bernama 12ê nîvê şevê ya Nuçeyên Rojane.


XS
SM
MD
LG