Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şirnexê Bîrên Mirinê


Piştî ku li Tirkiyê lêpirsîna Ergenekonê hatibû destpêkirin ku di çarçoveya vê lêpirsînê gelek serbaz û polên berê jî hatibûn girtin hatibû îddî'a kirin ku ev kes xwedê giravî ji bo selametiya dewleta Tirk gelek karên neqanûnî encam dane ku revandin û kuştina kesên medenî jî tê de ne.

Îtîrafkar Abdulkadir Aygun ku niha li welatekî Ewrûpa mafê penaberiye wergirtiye diyar kiribû ku di salên 90-an de dema wî ji bo muxaberata Leşkerî ya Tirk JITEMê re dişoxulî wî dîtiye ku gelek kesên kesên medenî ji aliyê wan ve hatine revandin û piştî ku hatine berpirs kirin hatine kuştin. Abdulkadir Aygun gotibû ku kuştina rojnamegerê Kurd Musa Anter ku di 70 saliya xwe de li Diyarbekirê hatibû kuştin û her weha kuştina gelek siyasetmedarên Kurd yên wekî Wedat Aydin û Mehmet Sincar jî karê JITEMê bûn. Aygun wekî din gotibû ku dehan kesên ku di salên 90î de hatibûn bêserûşûn kirin di bîrên petrolê yên di navçeya Sîlopî ya bi ser Şirnexê hatine veşartin.

Piştî van gotinên Aygun Komeleya Mafên Mirovan IHD û gelek rêxistinên Sivîl di 18 meha du de çûbûn Sîlopî da ku li bîrên petrolê yên BOTAŞê lêkolînê bikin. Hatibû ragihandin ku heta niha 70 malbatên ku kesûkarên wan hatine bêserûşûn kirin serî li dozgeriyê dane ku bîrên BOTAŞê werin vekirin û were diyar kirin ka kesên bêserûşûn avêtine van bîran.

Di 24ê meha du de serokê şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan IHD Muharrem Erbey xwestibû ku digel dozgera Silopî rûneke lê belê dozger ev dxwaz qebûl nekiribû. Erbey piştî wê civîneke ragihandinê li dar xistibû û gotibû ku li Nevala Qasaba, Hoyuk û li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê bi sedan kesên bêserûşûn hatine binax kirin û Bîrên BOTAŞê bi tenê yek ji wan cihan e. Divê ev bîr werin vekirin û divê Tirkiyê bi dîroka xwe re were rû be rû hev. Erbey wekî din gotibû kesûkarên gelek kesên bêrserûşûn serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dabûn û Dadgehê Tirkiyê Mehkûm kiribû lê belê aqûbeta kesên bê ser û şûn nehatibûn diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye li Tirkiyê komeke dayikên kesên bêrserûşûn her roja şemiyê li bajarê Stenbolê li pêşiya Dibistana Galatasarayê tên cem hev û dora saetekê bi awayekî bêdeng rûdinên û dixwazin ku aqûbeta ku hatiye serê kur û keçên wan werin diyar kirin. Li van dayiyakan navê Dayikên A?tiyê hatibû kirin.

Li 28ê meha du bîrên BOTAŞê bihata kolan lê belê ji ber ku hewa ne xweşbû ev yek hat paş de avêtin.

Di salên 90-an de li seranderî herêmên Kurd nişîn a Tirkiyê her weha li bajarên mezin a Tirkiyê bi hezaran Kurd ji aliyê kesên nenas ve hatibûn revandin. Ev kes yan ji cihê îş yan jî ji malên xwe dihatin girtin û kesên ku ew dibirin digotin ew polês in. Termê hin ji van kesan hatibûn dîtin lê hin ji wan hîna jî ne diyar ka li ku ne. Di wê demê de hatibû îddî kirin ku ev karên kuştin û bêrserûşûn kirinê karê Muxaberata Leşkerî JITEMÊ ye lê belê dewleta Tirk înkar dikir ku rêxistineke bi navê JITEM heye. Di dawiya salên 90 de hatibû qebûl kirin ku Muxaberata Leşkerî heye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG