Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hillary Clinton dibêje ew alîkarîya bo Xezze bi mebesta piştevanî kirina damezirandina dewleteka Filistînîya ye


Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton dibêjetin soza Amerîka bo alîkarîya bi 300 milyon dolaran bo alîkarîyên mirovanî li Xezze bi mebesta piştevanî kirina damezirandina dewleteka Filistînîya ye, ya bi aştî û berpirsyar e.

Di têbînîyên xwe de îro duşembîyê li Misrê û li konferansê nêvnetewî ye bêşûbaran û nû avadan kirina Kertê Xezze Xanim Clinton got ev alîkarîya diravî jibo Xezze nahête cuda kirin ji armanca bi destve înana aştîya seranserî li herêmê.

Xanim Clinton herwisa got jî, 600 milyon dolarên dîyên alîkarîya Amerîka dê jibo desthilatdarîya Filistînê bitin heta kêmasîya butceya xwe pirr biketin û reformên pêşvebirina aborîyê biketin belê ew jibo qazanca milîtanên Hamas nabit.


XS
SM
MD
LG