Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêja bêkarîyê li Amerîka bi şêweyeke berçav bilind dibe


Rêjeya bêkarîyê li meha buhurî li Welatên Yekgirtîyên Amerîka 8.1% bilindtir bû û 651 hezar kes bê kar mane.

Raporteke ku roja înê ji alî Wezareta Kar ya Welatên Yekgirtîyên Amerîka ve hate belav kirin nîşan dide ku rêjeya bêkarî nîv li sed zêdetir bûye li hember 25% ya sala buhurî.

Li Amerîka çar milyon û 400 hezar kes karê xwe ji dest dane ji dema ku li meha 12ê sala 2007ê hêdî kirina aborîyê destpêkir û heta niha.

Şareza çaverê dikin ku ev rêjeya bêkarîyê berdewam bilind bibe heta 10% linav heza kar kirina welatî.

Hêdî û biçuk kirina aborîyê ji dema Şerrê II ye Cîhanê were heta niha hêj vêga ve dibe xirabtirîn kêşe linav aborîya welatî.



XS
SM
MD
LG