Breaking News

Serok Obama Newrozê li gelek gelan pîroz kir bi taybetî li gelê Îranê

Serokê Welatên Yekgirtîyên Amerîka Barack Obama dibêje wî hewl daye ku dest bi pêywendîyên nû li navbera Îran û Amerîka bo hevkarî û bazirganîyê bike.

Birêz Obama îro ev peyame bo Dengê Amerîka belav kir û baştirîn daxwaz kir bo Îranî û xelkên din yên ku cejna Newrozê pîroz dikin.

Di peyama xwe de ku bi rastewxwe berê xwe dabû rêberên Îranê serok Obama behsa pêdivîya têklatîyeke ciddî kir û got bi rêberayetîya wî ew dê dîplomasîyê birêve bibin da ku têklatîyeke rast li navbera Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Îran û civata navnetewî bê danan.

Birêz Obama got pêvajoya têklatîyê ne bi herişandin lê belê bi dirustkarî û rêza du alîyane diçe pêş. Wî got astê Îran li nav civata navnetewî ne bi rêya teror û çekan tê danan belê bi rêya kiryarên aştîxwazane bi dest tê.





Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG