Serokê Amerîka Barack Obama dibêjît dê bizavek navnetewî pêwîst bît bo dubare serrast kirin û vejandina aborîya cîhanê û rêveberîya wî her karî dê cîbicîh biket bo kêm kirina butca mezina Amerîka.
Obama dibêjit "Pesend kirina butçê gelek girîng e, ew butça min teslîmî Kongresê kirî dê bi awayek xurt aborîya me vejînît bi rengekî ku em îdî dinav deh yan 20 salên din da berev rûyê alozîyek din ya ji vî awayî nebin."
Serokê Amerîka Barack Obama dinav duwemîn konferansa niştimanîya xwe ya rojnamevanî da ku roja sêşembîye dereng wext li Seraya Sipî birêve çû di axivî dixwast bala giştîya xelkê rakêşîte ser aborîya welatî, ew jî piştî çend rojên turebûnê li ser kompanya bîma AIG û pirsa bexşîna bi milyonan dolarên zêde bi rêveber û karmendêt xwe di demekê de ku ew diravê alîkarîyê ji hikumetê werdigrît.
Birêz Obama daxwaz li Amerîkîyan kir ku piştgirîya bizava wî bikin ku desthilatên berfirehtir bidine hikumetê bi merema diyar kirina qanun û çerçoveyan bo demûdezgehên weku AIG yên ku banq nîne lê belê dakeftina wan jî dikarîtin bi giranî zerarê bigehîne aborîya welatî.
Her di vî wextî da serokê Amerîka behsa pêwîstîya reformê di kerta diravîya qata navnetewî da kir. Dibêje "Armanca di kombûna bilinda Grupa 20, ez hizr dikim ew e ku em du karan bikin, ya yekê bêjine hemî welatan bila her tiştê pêdivî encam bidin bo çêkirina derfetên karkirinê û herwisa aborîyê dine bidin ku bipêşve biçît."
Hejî gotinê ye ku dinav vê konferansa rojnamevanî de serok Obama ronahî êxiste ser çendîn pirsên siyasî yên din jî.