Hêrişkerkê xûkûj roja Heynî li nav mizgeftekê kû pir bû ji nivêjkeran li bakûrarojava Pakistanê xû peqend û bo egera kûştina bi kêmî 50 kesan û birîndar kirina nizîkî 70 kesêt dî.
Karbidest dibêjin, ew mizgeft hate wêran kirin û herfandin. Mizgeft nizîkî bingehekê vekolînê ya polîsane û hêzêt nîv leşkerî û polîsêt eşîreta seredana wêrê diken.
Heta nokê çi kesê berpisyarya wê hêrişê bi stûyêxûve negirtîye.
Hêriş li bajêrokê Jamrud li devera eşîreta Xeyber hate kirin, kû ji wêrê serheldayêt Islamî hêrişêt xû zede kirîne dijî lorîyêt kû harîkarya digehîne hêzêt Amerîka û Nato li Efxanistanê.