Rêberên Pakistanî hêrîşa xwekuj ya roja înê li ser mizgeftekê li bakura rojava Pakistanê mehkum kirin ku ew hêrîşe bû egera kuştina bi kêmî 50 kesan û birîndar kirina pêtir 70 kesan.
Serok Asif Alî Zerdarî û serokwezîr Yusif Reza Geylanî di belavnameyekê de gotin ku ew kesên berpirsyarî wê hêrîşê dê bêne ber dadgehê.
Karbidest dibêjin mizgeft ji xel bûn bo nimêja roja înê û ew mizgeft hatî ji nav çûn.
Ew mizgeft herwisa nêzî cihekî vekolînê polîsa bû hettanî niha kesî berpirsyaretîya xwe beramber wê hêrîşê ne dayî xuya kirin.
Karbidestekî rêveberîyê bilind got ku hêzên Pakistanî vê dawîyê dest bi hêrîşan kirine bo ser milîtana. Ew hêrîşe li bajarê Cemrud hatîye kirin ku li wê derê xerabkarên Misilman hêrîşên xwe zêde kirine li ser qamyonên ku tije kelûpelên bo serbazên Amerîkî û NATO li Afganistanê.