Şerrek bikuj linavbera grupên siyasî li başurê rojhilata Turkîye zerar gehande hilbijartinên herêmî yên wî welatî yên ku weku referandumek e jibo serokwezîr Recep Tayyip Erdogan têne dîtin.
Desthilatdarên Turkîye dibêjin çendîn şerr û pevçûn ku têde alîyê kêm pênc kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne roja yekşembîyê li başûrê rojhilata welatî ya piranî Kurd çêbûn.
Li cihên din yên welatî hatîye zanîn dengdan aram û biserxwe birêve çû.
Di demekê de ku 3/4 ê dengan hatine jimartin partîya desthilatdara serokwezîrî li pêş e bi nêzîkî 39% dengan û partîya wî ya nermrê ya bi reh Îslamî Partîya Dad û Geşekirinê jibo berdest kirina dengêt xelkên hejar bi awayek berçav dirav li ser programên alîkarîyên civakî xerc kirîne, lê belê şîrovekar dibêjin rêjeya bilinda bêkarîyê û karîgerîya alozîya diravîya navnetewî hêjta jîdikarît zerarê bigehînîte dengên wê partîyê.