Li yekê meha çar 29 endamên Kongresa Amerîka bi merema berev pêş birina pêywendîyêt navbera Amerîka û Turkîyê nameyek arasteyî serokê welatî Barack Obama kirin. Ew jî tenê demek kurt berî ew bo yekem car wek serokê Amerîka seredana Turkîyê biket.
Dinav pişkek vê namê de ku rastewxo arasteyî serok Barack Obama hatîye kirin hatîye nivîsîn;
"... weku endamên desteka Kongresê ya li ser pêywendîyên Amerîka û Turkîyê wek alîgirên bihêzêt pêywendîyêt me yên du alîyane yên girîng em vê namê jibo cenabê te dinivîsîn ku piştevanîya xwe ya bê hempa jibo seredana te ya bihêt bo Turkîye rabigihînin. Tiştê ku em bawer dikîn jibo berfireh kirina yek ji hevalbendîyêt me yên herî stratejîk û girîng derfetek dîrokî ye. Ev herwisa derfetek e jibo vejandina tiştê jibo muddehê 60 salane Amerîka û Turkîye weku hevalbend bihevre girêdane, ew jî rêz lê girtina du alîyane û armancên hevpişk in."
Dinav pişkek din ya vê namê de hatîye;
"... Serok Obama dinav gotara xwe da jibo kombûnek hevpişka Kongresê li meha du ve da zanîn em nîşanî cîhanê bideyn ku çaxek nûya peywendîyan destpêbûye. Em dizanîn ku Amerîka bi tenê nikarît gefêt wê sedsalê berev rû bit. Lê cîhan jî bêy Amerîka nikarit wî karî biket. Vê car sefera we jibo Turkîyê li demek girîng de tête kirin li demeke de ku Amerîka û civaka navnetewî ligel alozîyek diravîya berev kurbûnê û giriftên rijdên parastinê li Afganistanê, Iraq, Îran, Balkanan û herêma Deryaya Reş û Rojhilata Navîn berev rû ne."
Di dirêjahîya namê de herwisa behsa rola Turkîye ya heta niha weku endama NATOyê û hevalbendîya ku li gel Amerîka kirîye hatîye kirin herwisa daxwaza alîkarîya şerrê dijî PKKe li Turkîye û bakurê Iraqê tête kirin.
Gelî guhdarên Pişka Kurdîya Radyoya Dengê Amerîka, heke hûn bixwazin li dirêjahîya wê namê guhdarî bikin ji kerema xwe re îro li ser rûpela malpera me ya Audioyên Kurdi guh bidine bernama 12ê nîvê şevê ya Nûçeyên Rojane.