Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr mûşekek ji ser Japonê avêt


Koreya Bakûr berbayî daxwaza Japan, Koreya Başûr û Welatên Yekgirtîyên Amerîka neket û satelayta ku Pyongyang dibêje bi armanca pêywendî kirinê wek ceribandinek şand nav asmana.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêje Koreya Bakûr muşeka Teapodong-2 linav oqyanusa Pasîfîk û ji ser Japonê avêt asmana.

Japan dibêje piştî wê avêtina muşekê ya provokatîf tu kelûpel jê neketine ser erdê wê. Piştra Japan daxwaz ji Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî kir ku kombûnekê bike jibo li ser vê bûyerê bipeyivin ku ew û yên din dibêjin ev bixwe li dijî biryarnama Neteweyên Yekgirtî ye.

XS
SM
MD
LG