Ahmet Turk di daxwuyanîya xwe de got ku roja dişemê wê bi serokê Welatên Yekgirtîya Amerîka re hevdîtinekê çêbike.
Ahmet Turk got ku wê Obama bi serokê partîyên din re jî bê ba hev û bi qasî 3-4 deqîqe wê karibe bi wan re bipeyve. Ji ber vê jî wê daxwaz û dîtinên xwe wek dosyayekê pêşkêşî wî bikin.
Wekî din li ser pirsa ku wê ji Obama otonomî bixwazin Turk got ku wê ji Obama re behsa projeya xwe yî "demokratîk ozerklikê" anku muxtaretîya demokratîk bike.
Herwisa wê behsa girîngîya kurdan di Rojhilata Navîn de bikin ku çewa bêy çareserkirina pirsa kurdan aştî li Rohilata Navîn nabe.
Birêz Turk behsa encamên hilbijartinên herêmîyên Turkîye jî kir û got piştî hilbijartinê jî wê şaredarîyên wan xizmeta xwe bidomînin.
Guhdarên hêjayên Pişka Kurdîya Dengê Amerîka heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîyê vê hevpeyvînê ji kerema xwe re îro li ser rupela Audiyoyên Kurdî li bernama 1'ê nîvêşevê guhdarî bikin.