Serokê Amerîka Obama piştî yekem seredana xwe ya li derveyî welatî, ji demê bûye serok û heta niha, carek din vedigerete Amerîka.
Serok Obama roja sêşembîyê bi seredaneke ne ragihandî gihîşte Iraqê û têda seredana kempa serkeftin kir ku bingehek leşkerê Amerîka ye li derveyê Bexdayê.
Wî rêz û pêzanîn û herwisa piştgirîya xwe pêşkêşî endamêt leşkerî kiribû. Wî gote wan sala nû jibo operasyonêt leşkerêt Amerîkî li Iraqê girîng bit. Wî da zanîn ku niha demê hindê ye Iraqî berpirsyaretîyê jibo welatê xwe werbigrin.