Hevwelatîyên Endonezya îro pêncşembîyê dinav hilbijartinên parlamanî de dengê xwe didin.
Nêzîkî 170 milyon kes dikarin dengên xwe bidin û bidin bi dehan hezar kandîdayên parlamanê. Encamêt dengdanê dê nîşan bidin ka çi kesek dikarît bibîte kandîdayek baş jibo serokatîyê dinav hilbijartinan de ku li meha heft birêve diçin.
Rawergirtinên vê dawîyê nîşan didin ku Partîya Demokratîk ya desthilatdara serok Sosilyo Beng Yudhoyinyo dê piranîya dengan bi destve înît.
Çend demjimêran berî ku îro pêncşembîyê dengdan destpêbiket, polîs dibêjît şeş kesan dinav bûyerek tundûtûjîyê de li wilayeta Pa Po ya Endonezya canê xwe ji dest dan.