Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li saliyada girtina Bexda, Şî'e xwenîşandanê diken

Bi deyan hizar piştevanên oldarê Ş'îe Muqteda El-Sedir li bajêrê Bexda xwenîşandanek kir li saliyada şeşê ya girtina Bexda ji layê hêzên hevalbendan ve.

Piştevanên El-Sedir li gorepana Firdews kom bûn, ku li roja 9 meha 4 ya sala 2003 peykera Seddam Hûsênî li wê gorepanê hat bervedan.

Fewzî Akram, endamê Şî'e yê perlemanê Îraqê, ku pişikdarî di xwenîşandana roja pêncşembî de kir, gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ew dawa ji hêzên Amerîkî diken li Îraqê nemînin û dawa azad kirina girtiyên Îraqî diken.

Bo guhdarî kirina raporta peyamnêrê Bexda, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG