Koreya Bakûr destûr daye zêrevanên navnetewî yên li bingehên serekeyên navokî yên wê welatî bi cîh da bihêlin piştî wê gefa xwe ya dubare vejandina rêaktorek zaxkirina plutonyumê.
Ajansa zêrevanî kirina navokîya Neteweyên Yekgirtî roja sêşembîyê ragihandinek belav kir, ku têda dibêjît Koreya Bakûr daxwaz ji vekoleran kirîne ku mor û qeflên xwe li ser dezgehê Yangpyonê rakin heta zuda wî welatî bicîhda bihêlin.
Ajansa Dengubahsên Kaitoya Japonê ji karbidestek Amerîka veguhastiye û dibêjît zêrevanêt Amerîka herwisa ji wî welatî hatîne dûr êxistin.
Ew kiryara Koreya Bakûr pişti ragihandineka Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî têt ku têda hildana muşeka duravêj ji alîyê Pyongyangê ve mehkum hatiye kirin ku vê mehê zû li hindav Japonê ra derbaz bû.