Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkûkê bi teqandina otomobîleke bombebarkirî 10 nobetdarên parastinê hatine kuştin


Otomobîlek bombebarkirî li bajarê Kerkûkê, bakûrê Iraqê teqîya û di encam da alîyê kêm 10 nobetdarêt parastinê hatine kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn.

Polisî ragihand ew bomb li demekê de teqîya ku basek hikumetê nobetdarêt parastinê yên parêzvanêt demûdezgehêt petrola bajêrî roja çarşembîyê piştî nîvro ew vedugehstin mal.

Çi grupekê heta niha xwe weku berpirsyarê vê êrîşê ne daye nasandin, lê belê evserek pillebilindê polîsê parêzgehê got nîşan û berjengên El Qaîde bi vê teqînê ve dîyarin.

Li Kerkukê kêşe û alozî her di astek bilind da mayîne cihê ku rewşa wê hêjta maye bête çareser kirin.

Grupên netewe yen Kurd, Ereb û Turkmen berêkaneya hevdû dikin li ser wê bajarê bi petrolê dewlemend.

XS
SM
MD
LG