Serokê Venezuella tevî hevalbendên xwe dê dengî bidin li dijî ragihandina vê dawîyê ya kombûna welatên qerexa Amerîka ku ew nerazîbûna xwe sebaret rêbaza Welatên Yekgirtî beramber Kuba dîyar dikit.
Serokê Venezuella Chavez li duhî pêncşemê got ew razî nîne digel ragihandina biryarê bo kombûnê jiber ku ew Kubayê nagrit. Wî ew têbînî dan li demê kombûnê digel hevalên xwe yên Bolivîyan.
Kombûna 34 welatanîro înê li Trinidad destpêdiket ku Kuba nehatibû gazî kirin bo wê kombûnê.
Serok Obama dibêje ew komb dê derfetek be bo destpêkirineka nûhî pêşkêş bikit di peywendîyên li nêvbera Welatên Yekgirtîyên Amerîka û Amerîka Latîn.